3 hezar hêzên Heşda Şeibî beşdarî dabînkirina ewlehiya merasima Erbeyînê bûne
Sê hezar hêzên Heşda Şeibîya Iraqê bi armanca cihanîna plana ewlehiyê ya merasima Erbeyînê berpirsiyariya navendê lêgerînê û çavdêriya ser sînorên rêveberiyê yên parêzgeha Kerbelayê heta navenda bajêr girtin ustiyê xwe.
Li gorî rapora Al Alamê, Dayîreya ragihandina navendî ya Heşda Şeibiyê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragiahnd ku sê hezar kes ji hêzên tîpa zexîre ya Heşda Şeibiyê bi hevkariya aliyên ewlehî û dewletî û hêzên din ên piştevan memûrê kontrola ewlehiya sê mêhweran û lêgerîna li ziyaretkirên hatî ji bajarên cûrbicûr ên Iraqê û cîhana îslamê jibo beşdariya di merasima miliyonî ya Erebeyînê ne.
Mêysem Zêydî ji fermandarên Gurdana cengî ya El Ebas jî ragihand ku vê gurdanê sala pêş 100 hezar ziyaretir ji sînorê Rebatiyê veguehst û îsal pêşbînî tê kirin ku bi alîkariya Heşda Şeibiyê 250 heta 400 hezar ziyaretkir di çarçova plana xizmetgihaniyê bên veguhestin.
Roja 20ê meha Seferê ya sala 1441an a Koça Heyvî (19ê Cotmeha 2019an), Erbeyîna şehadeta hzretê Îmam Hisên (S) û hogirên wî yên sozdar li Çolistana Kerbelayê ye.
Li gorî amarên fermî yên çavkaniyên iraqî, derdora 14 miliyon ziyaretkir ji wan zêde ji 2 miliyon îranî sala bihurî beşdarî meşa Erbeyîna Îmam Hisên (S) ku meşa herî mezin a mezhebî li cîhanê ye, bûne.