10 hezar Mokêbên ji 22 welatên cîhanê xizmetan raberî ziyarekiran li Kerbelayê dikin
Zêde ji 10 hezar û 700 Mokêb (komên xizmetguzarîyê) ji 22 welatên cîhanê ximzetan raberî ziyarkirên Erbeîna Huseynî(s) li Kerbelayê dikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Riyaz Neme El-Selman, rêveberê beşa merasim û mewakibên huseynî li Kerbelayê roja yekşemiyê raghand: Ev hejmara Mokiban ji cihên curbicur ên Iraqê û 21 welatên cîhanê li Kerbelaya pîroz bi cih bûne.
Riyaz Neme El-Selman got: Bi hevkariya beşa hiqûqî ya polîsê Kerbelayê, hejmara hemî komên xizmetguzarîyê ku li vî bajarî bi cih dibin bi şikla qanûnî tên tomarkirin da ku berûlayên ewlehî û tendrustiyê yên van xizmetan zêdetir ji berê werin parastin.
20 Sefera 1441`an a Koça Hîvî, 19 Cotmeha 2019`an Erbeîna şehadeta hezretê îmam Huseyn(s) û hogirên wî yên emegdar li besta Kerbelayê ye.
Hejmareke zêde ji misilman û peyriwên olên îlahî ji çend rojan beriya Erbeîna şehadeta hezretê îmam Huseyn(s) bi meşa ser riya 80 km ji bajarê Necefê heta Kerbelayê xwe dighînin merqeda paqij a wî li Kerbelaya Muellayê.