Berhem Salih: Bila opêrasyona Tirkîyê li axa Sûrîyê zûka bê rawestandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309265-berhem_salih_bila_opêrasyona_tirkîyê_li_axa_sûrîyê_zûka_bê_rawestandinê
Serokomarê Iraqê Berhem Salih xwest ku êrişa zorbêjane ya Tirkîyê ser Sûrîyê zûka bê rawestandinê û ev qeyrana bi awayekî aştîyane were çareserkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2019 06:17 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Bila opêrasyona Tirkîyê li axa Sûrîyê zûka bê rawestandinê

Serokomarê Iraqê Berhem Salih xwest ku êrişa zorbêjane ya Tirkîyê ser Sûrîyê zûka bê rawestandinê û ev qeyrana bi awayekî aştîyane were çareserkirinê.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo bidawîkirina êrişa Tirkiyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê, bi rêya telefonê bi Sêkrêtêrê Gişt NY Antonyo Gotereş re ket têkilîyê û xwest ku ew sazîya zûka di navbera Kurdên Sûrîyê û Tirkîyê da bikeve dewrê.

Serokomarê Iraqê pêgirî kirîye ku êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê diqewime bibe sedema vejîyandina DAIŞ`ê. Wî herwiha got ku Iraq amade ye alîkarîyê bide çareserkirina qeyrana di navbera Tirkîyê û Kurdên Sûrîyê de. 

Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokomariya Iraqê, Serokomarê wî welatî Berhem Salih, ji bo gotûbêja ser êrişa Tirkiyê ya ser bakur û rojhilata Sûrîyê bi rêya telefonê digel Şahê Urdinê, Serokomarê Misrê, Welîehdê Abû Dabî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê û Sekreterê Gişt Yekitîya Ereban gotûbêj pêk anî û daxwaz kir ku hewl bê dayîn ew êriş bên rawestandin.