Parlemana Iraqê dengê baweriyê da du wezîrên pêşniyarkirî yên Kabîneya Ebdulmehdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309213-parlemana_iraqê_dengê_baweriyê_da_du_wezîrên_pêşniyarkirî_yên_kabîneya_ebdulmehdî
Parlemana Iraqê dengê baweriyê da wezîrên pêşniyarî yên Perwerdehî û Tendurustiyê yên vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2019 14:12 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê dengê baweriyê da du wezîrên pêşniyarkirî yên Kabîneya Ebdulmehdî

Parlemana Iraqê dengê baweriyê da wezîrên pêşniyarî yên Perwerdehî û Tendurustiyê yên vî welatî.

Li gorî rapora Al Alamê, Parlemana Iraqê dengê baweriyê da Seha Huseyn wezîra pêşniyarî ya Perwerdehiyê. Ev post ji salek beriya niha va ji ber nakokiyên siyasî bê wezîr mabû.

Parlemana Iraqê her wiha îstîfakirina Wezîrê tendurustiyê qebûl kir û di vê civînê da dengwergirtina derbarê Cefer Sadiq Elawî jibo hilbijartina wî wek wezîrê Tendurustiyê pêk hat û Elawî jî dengê baweriyê wergirt.

Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê bi armanca baştirkirina kabîneya dewleta vî welatî, pênc wezîr ji kar avêtin û kesin nû jibo bidestxistina van pênc wezaretan jibo wergirtina dengê baweriyê bo Parlimana Iraqê dane nasandin.