Guhertina 5 Wezîrên kabîneya Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di çarçova çaksaz û baştirkirina rewşa kabîneya dewletê ya vî welatî biryar da pênc wezîran ji pêwerê dûrxe û wezîrên nû dewsa wan dayîne û ev wezîrên nû ji Meclisa nûneran re daye nasandin daku dengê erênî bistînin.
Li gor nûçeya Al-Alamê, ADil Ebdulmehdî, wezîrên Tendirustî, Perwerdehî, Pêwendiyan, Koçberî û Pêşeyê ji ser kar hilanîne da ku bikare baştir bersiva xwestekên gelê Iraqê bide.
Li gor vê nûçeyê, Cefer Sadiq Elawî ji bo posta wezareta Tendirustiyê, Seha Xelîl Husên El-Elî Bek ji bo wezareta perwerdehî û fêrkariyê, Emîr Uryan el-Beyatî ji bo wezareta Pêwendiyan, Hena Emanoyîl Korkîs ji bo wezareta Koçberî û Qehtan Ebsa Numan Huseyn el-Cebûrî jî ji bo posta wezareta Pêşeyan hatine bijartin û ji meclisê re hatine nasandin.