Piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji reformên dewleta Ebdulmehdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309182-piştevaniya_hikûmeta_herêma_kurdistanê_ji_reformên_dewleta_ebdulmehdî
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji reformên Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê jibo baştirkirina rewşa gel ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 16:08 Asia/Tehran
  • Piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji reformên dewleta Ebdulmehdî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji reformên Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê jibo baştirkirina rewşa gel ragihand.

Li gorî rapora Fars Newsê, Konseya wezîrêan  Herêma Kurdistanê roja Çarşemiyê civînek bi serokatiya Mesrûr Barzanî, serokê vê konseyê û Qubad Talebanî, alîkarê wî derbarê guhertinên vê dawiyê li vî welatî li dar xist.

Mesrûr barzanî tevî biheqzanîna xwestekên qanûnî  û edlane yên gel ragihand ku Herêma Kurdistanê dê pişta reformên Adil Ebdulmehdîyê serokwezîrê Iraqê jibo çareserkirina pirsgirêkên xelkê bigire.

Seyid Emar Hekîm, Rêberê Tevgera Hikmneta Neteweyî ya Iraqê jî ji reformên Ebdulmehdî pêşwazî kir û daxwaza bikarwergirtina şêwazên ciddî, demajo û şopandina meydanî jibo cihanîna wê kir.