Ebdulmehdî û Pompeo derbarê nearamîyên li Iraqê de gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309044-ebdulmehdî_û_pompeo_derbarê_nearamîyên_li_iraqê_de_gotûbêj_kirin
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî û Pompeo derbarê nearamîyên li Iraqê de gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan.

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di gotûbêja têlêfonî ya hevdîtina Adil Ebdulmehdî û Mike Pompeo de, xwepêşandanên li Bexda û bajarên din û herwiha pêşhatên din ên li herêmê hatin hilkolandin.

Adil Ebdulmehdî di wê peywendiya telefonî de aşkere kiriye ku hêzên emnî li tevahiya Iraqê rewş kontrol kirine û aniye zimîn ku hikûmetê ji bo bersivdayîna himber daxwazên xwepêşanderan paketeke çaksaziyan pêşkêş kiriye.

Li gor wê daxuyaniyê Mike Pompeo jî tekezî li ser baweriya xwe ya bi Iraqê kiriye û ragihandiye ew piştevaniya hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo dabînkirina istiqrar û ewlekariyê, dikin.

Li Bexdayê û hejmareke bajarên din ên Iraqê, ji roja 1ê Cotmehê ve, ji ber ‘gendelî, nebûna xizmetguzarî û derfetên karkirinê’ xwepêşandanên berfireh destpê bûne.