Serokwezîrê Iraqê: Em dê gendelkaran bidin ber destê dadgehê
Çirî 06, 2019 15:22 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê got ku ew dê gendelkaran bidin ber destê dadgehê û ji hêzên ewlehîyê jî xwest ku baldar û ser hemdê xwe bin û êrişî xwenîşandran nekin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di civîna îro ya Desteya Wezîran de got: Em dê çaksazîyên rastî pêşkêşî Parlimanê bikin û pêwîst e kesên gendelkar di nav sazî û dezgehên hikûmetê de radestî dadgehê bên kirinê.
Serokwezîrê Iraqê derbarê xwenîşandanên nerazîbûnê de jî got: Me digel xwenîşanderan dest bi gotûbêjê kirîye û hevgavê wê temî û rêkarên merceyê pillebilind ê dînî cih tînin.
Ebdulmehdî herwiha got: Hezar karmend bi hegera gendelîyê ji kar hatine derxistinê.