Mûsewî: Îran hertim dê li rex dewlet û gelê Iraqê be
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî bûyerên vê dawîyê li Iraqê kir û got: Îran dê hertim li rex dewlet û gelê Iraqê be.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî îro li koma nûçegîhanan bi gotina vê yekê ku gelê Iraqê berî vîya jî pêrgî hin qeyranan bûye, dîyar kir: Vê carê jî pirsgirêk dê bi tifaq û hevdilîya kom û partîyên sîyasî yên Iraqê bên çareserkirinê.
Mûsewî amajeyî koka nerazîbûnê vê dawîyê yên li Iraqê kir û got: Gelê egît û zane yê Iraqê vê carê jî yê bi awayekî serketî ji wan pirsgirêkan derbas bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi gotina vê yekê ku destwerdana bîyanîyan di meseleyên Iraqê de, yê hîç alîkarîyekê nede çareserkirina pirsgirêkên gelê wî welatî, dîyar kir: Dewleta Iraqê haya wê ji daxwazên gelê xwe heye û wan daxwazana jî bi awayekî lezgîn hildikole û dişopîne.
Mûsewî dilnîyabûna xwe nîşan da ku piştî merasima çillê Imam Hisên (S) ku sembola tifaq, coş û mezinatîya ometa islamî ye, pirsgirêkên gelê Iraqê dê bên çareserkirinê.