Desteya Wezîran a Iraqê 17 biryarên girîng têkildarî daxwazên xwepêşanderan dan
Desteya Wezîran a Iraqê di civîneke awarte da 17 biryarên girîng têkildarî dabînkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan û welatîyên din dan.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Iraqê, Desteya Wezîran a Iraqê ligorî daxwaza Serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulmehdî civîneke awarte lidar xist ta ku rewşa ewlehî ya welêt, xwenîşandanên biaştî û hewildana jibo dabînkirina daxwazên rewa yên xwenîşanderên nerazî û temîyên merceyê pillebilind ê dînî Ayetullah Sîstanî hilkolîne.
Desteya Wezîran a Iraqê di wê civînê de ku 4 sietan berdewam bû, 17 biryarên girîng têkildarî dabînkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan û welatîyên din dan.
Desteya Wezîran a Iraqê herwiha ferman da wezaretxaneyên curbicur û dezgehên têkildar ku her yek ji wan anegorî pisporîya xwe biryarên wê desteyê cih bîne û biryar da ku qonaxa duyem a biryarên têkildarî çaksazîyan û daxwazên xwenîşanderan di civîna bê ya xwe da hilkolîne û biryardayîna pêwîst di civînên bê da bidomîne.