Destpêbûna qonaxa şeşan a opersyona`` Viyana Serketinê`` li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309014-destpêbûna_qonaxa_şeşan_a_opersyona_viyana_serketinê_li_iraqê
Hêzên Heşda Şebî, polîsê federal û hêzên îstixbaratî yên Iraqê, şeşem qonaxa `` Viyana Serketinê`` bona kokbirrkirina terorîzmê li Iraqê destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 12:23 Asia/Tehran
  •  Destpêbûna qonaxa şeşan a opersyona`` Viyana  Serketinê`` li Iraqê

Hêzên Heşda Şebî, polîsê federal û hêzên îstixbaratî yên Iraqê, şeşem qonaxa `` Viyana Serketinê`` bona kokbirrkirina terorîzmê li Iraqê destpê kirin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, navenda raghandinê ya dezgeha Ewlehiyê ya Iraqê roja yekşemiyê li bara destpêbûna qonaxa şeşan a operasyona `` Viyana  Serketinê`` li parêzgehên  Selahedîn, Enbar, Kerkûk û navça El-Cizîrê li vî welatî agahî da.

Navenda ragahndinê ya dezgeha ewlehiya Iraqê ji zarê Ebdulemîr Reşîd Yarullah, cîgirê fermandê operasyona hevpar a Iraqê diyar kiriye: Ser fermana  Adil Ebdulmehdî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û bin çavdêriya  fermandê operasyona hevpar, qonaxa şeşan a operasyona viyan serketinê vê sibê destpê bû.

 Armanca qonaxa şeşan a operasyona`` Viyana  Serketinê``, lêgeryan, paqijkirin û îmhakirina  veşargehên terorîstan û têkbirina çavkaniyên terorîzmê, desteserkirin  kesên ber teqîbata dadweriyê û dabînkirina aramî û ewlehiyê li parêzgehên Selahedîn., Enbar û Kerkûkê û navça Cezîrê hatiye raghandin.