Destpêbûna qonaxa şeşan a opersyona`` Viyana Serketinê`` li Iraqê
Hêzên Heşda Şebî, polîsê federal û hêzên îstixbaratî yên Iraqê, şeşem qonaxa `` Viyana Serketinê`` bona kokbirrkirina terorîzmê li Iraqê destpê kirin.
Li gorî rapora Fars News`ê, navenda raghandinê ya dezgeha Ewlehiyê ya Iraqê roja yekşemiyê li bara destpêbûna qonaxa şeşan a operasyona `` Viyana Serketinê`` li parêzgehên Selahedîn, Enbar, Kerkûk û navça El-Cizîrê li vî welatî agahî da.
Navenda ragahndinê ya dezgeha ewlehiya Iraqê ji zarê Ebdulemîr Reşîd Yarullah, cîgirê fermandê operasyona hevpar a Iraqê diyar kiriye: Ser fermana Adil Ebdulmehdî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û bin çavdêriya fermandê operasyona hevpar, qonaxa şeşan a operasyona viyan serketinê vê sibê destpê bû.
Armanca qonaxa şeşan a operasyona`` Viyana Serketinê``, lêgeryan, paqijkirin û îmhakirina veşargehên terorîstan û têkbirina çavkaniyên terorîzmê, desteserkirin kesên ber teqîbata dadweriyê û dabînkirina aramî û ewlehiyê li parêzgehên Selahedîn., Enbar û Kerkûkê û navça Cezîrê hatiye raghandin.