Parêzgerê Bexda ji erk hat dûrxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309013-parêzgerê_bexda_ji_erk_hat_dûrxistin
Parêzgerê Bexdayê ji aliyê encûmena parêzgehê ve ji erkê xwe hat dûrxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 12:21 Asia/Tehran
  • Parêzgerê Bexda ji erk hat dûrxistin

Parêzgerê Bexdayê ji aliyê encûmena parêzgehê ve ji erkê xwe hat dûrxistin.

Kanala El Erebiye ji zarê kanala televîzyonê ya fermî ya Iraqê ragihand, îro encûmena parêzgeha Bexdayê parêzgerê Bexdayê Felah Cezayîrî ji kar dûrxistiye.

Herwaha ji aliyê din ve hin malperên Iraqê jî nûçe bi awayekî din belav kirin ku parêzgerê Bexdayê bi xwe dest ji kar kêşaye û di civîna îro de ew daxwaza wî hatiye pejirandin û dest ji kar kêşaye.

Herçend hûrgiliyên zêdetir vê derbarê de nehatine aşkera kirin jî, lê dest ji kar kêşana parêzgerê Bexdayê di demekî de ye ku bajarê Bexdayê ku navenda parêzgehê ye û li gel piraniya parêzgehên din ên başûr û naverasta Iraqê di rewşekî aloz re derbas dibin.