Paketên Piştgiriyê yên Hikûmeta Iraqê ji bo baştirkirina rewşa aborî ya xelkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308997-paketên_piştgiriyê_yên_hikûmeta_iraqê_ji_bo_baştirkirina_rewşa_aborî_ya_xelkê
Serokê Parlemana Iraqê duh piştî hevdîtina bi nûnerên neraziyan li press konferansekê got: Hikûmeta Iraqê ji bo çêtirkirina rewşa aborî û kar û şixulên xelkê wê hin biryaran bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 06:17 Asia/Tehran
  • Paketên Piştgiriyê yên Hikûmeta Iraqê ji bo baştirkirina rewşa aborî ya xelkê

Serokê Parlemana Iraqê duh piştî hevdîtina bi nûnerên neraziyan li press konferansekê got: Hikûmeta Iraqê ji bo çêtirkirina rewşa aborî û kar û şixulên xelkê wê hin biryaran bide.

Serokê Parlemana Iraqê Muhemed ElHelbûsî herwiha got: Dewêleta Iraqê biryar daye dena bê behre bide kesên bê mal û avahî.

Wî herwiha got: Dewletê biryar daye 100 hezar dest mal û avahiyan ji xelkê re çêke.

Muhemed ElHelbûsî, piştgiriya ji beşa cotkariyê jî kareke sereke ya parlemanê da zanîn û got: Gişt cotkarên Iraqê heya dawiya sala 2020 ti kêrêyeke zeviyan nadin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulmehdî jî hin nûner ji bogotûbêja bi nûnerên neraziyan diyar kirine.

Adilmehdî êvara pêncşemê got: Dewlet gişt xwestekên rewa ên gel dişopîne.

Herwiha 100 karmend û kedkarên dewletê ji ber gendeliya aborî ji kar hatin dûrxistin. 

Eva çend roj in li hin bajarên Iraqê nerizamendiyên berfire  û xwenîşandan li hemberî rewşa xirab a aborî û gendeliyan li Iraqê  lidar ketine. Gelek ji van neraziyana ji ber tehrîkên biyaniyan pêk hatine.