Paketên Piştgiriyê yên Hikûmeta Iraqê ji bo baştirkirina rewşa aborî ya xelkê
Serokê Parlemana Iraqê duh piştî hevdîtina bi nûnerên neraziyan li press konferansekê got: Hikûmeta Iraqê ji bo çêtirkirina rewşa aborî û kar û şixulên xelkê wê hin biryaran bide.
Serokê Parlemana Iraqê Muhemed ElHelbûsî herwiha got: Dewêleta Iraqê biryar daye dena bê behre bide kesên bê mal û avahî.
Wî herwiha got: Dewletê biryar daye 100 hezar dest mal û avahiyan ji xelkê re çêke.
Muhemed ElHelbûsî, piştgiriya ji beşa cotkariyê jî kareke sereke ya parlemanê da zanîn û got: Gişt cotkarên Iraqê heya dawiya sala 2020 ti kêrêyeke zeviyan nadin.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulmehdî jî hin nûner ji bogotûbêja bi nûnerên neraziyan diyar kirine.
Adilmehdî êvara pêncşemê got: Dewlet gişt xwestekên rewa ên gel dişopîne.
Herwiha 100 karmend û kedkarên dewletê ji ber gendeliya aborî ji kar hatin dûrxistin.
Eva çend roj in li hin bajarên Iraqê nerizamendiyên berfire û xwenîşandan li hemberî rewşa xirab a aborî û gendeliyan li Iraqê lidar ketine. Gelek ji van neraziyana ji ber tehrîkên biyaniyan pêk hatine.