Çend ajawegêr li Iraqê hatin girtinê
Çirî 05, 2019 16:04 Asia/Tehran
Fermandeyên Opêrasyona Bexdayê ragihand ku çend ajawegêr di xwenîşandanên vê dawîyê li hin şarên wî welatî hatin girtinê.
Fermandeyên Opêrasyona Bexdayê Celîl Rebîyî îro di civîneke çapemenîyê de got: Ajawegêrên hanê ku molotof rakiribûn di nav koma xwenîşanderan de hatin girtinê lê qennasek ku xwenîşander didan ber gulleyan karî ku bireve.
Rebîyî bi gotina vê yekê ku rewşa Bexdayê hatîye kontrolkirinê, ji xwenîşanderan xwest ku ser hemdê xwe bin û sazî û dezgehên dewletê biparêzin.
Mêdyayên Iraqê duh ragihandin ku 4 kes ji wan 2 hêzên ewlehîyê bi destê qennasên nenas li Bexdayê hatin kuştinê.