Piştevaniya hevalbendiya Feth a Iraqê ji reformên dewletê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308981-piştevaniya_hevalbendiya_feth_a_iraqê_ji_reformên_dewletê
Hevalbendiya Feth a Iraqê ragihand ku piştevaniya reformên dewleta Bexdayê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2019 12:19 Asia/Tehran
  • Piştevaniya hevalbendiya Feth a Iraqê ji reformên dewletê

Hevalbendiya Feth a Iraqê ragihand ku piştevaniya reformên dewleta Bexdayê dike.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Hevalbendiya siyasî ya Feth a Iraqê bi rêberiya Hadî Amirî şeva îniyê li daxûyaniyekê ragihand: li çarçîva rênimûniyên merceyên dînî yên şîeyên Iraqê ji dewleta Bexdayê dixwaze pilanên xwe yên reformxwazane li demên kifşbûyî îcra bike ta ku xwestekên xelkê û merceyên vî welatî serê xwe bigrin.

Hevalbendiya Feth ragihand piştevaniya van reformên dewleta Bexdayê dike û li parlemana Iraqê jî dê van reforman bipejirîne û li vê barê dê hevkariya partî û feraksiyonên din bike.

Hevalbendiya Feth 10 rojan mecal daye dewleta Adil Ebdulmehdî ku pilanên xwe yên reformxwazane îcra bike.