Serokwezîrê Iraqê qedexeya derketina derve ibtal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308966-serokwezîrê_iraqê_qedexeya_derketina_derve_ibtal_kir
Serokwezîrê Iraqê di daxûyanîyekê de qedexeya derketina derve ku bi dû xwenîşandana li hin deverên wî welatî hatibû ragihandinê, ibtal kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2019 04:26 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê qedexeya derketina derve ibtal kir

Serokwezîrê Iraqê di daxûyanîyekê de qedexeya derketina derve ku bi dû xwenîşandana li hin deverên wî welatî hatibû ragihandinê, ibtal kir.

Ligorî rapora Malpera Şefeq News`ê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva buhurî fermana da ku qedexeya derketina derve ji siet 5`ê berbanga îro Şemîyê ve bê rakirinê.

Serokwezîrê Irqê di wê daxûyanîyê de herwiha soz da nerazîyên iraqî ku bersiva daxwazên wan ên rewa bide.

Ji hêla din ve civîna rayedarên ewlehî yên Iraqê şeva buhurî bi serokatîya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî bi merema hilkolandina alûgurên nika yên Iraqê hat lidarxistinê.

Wezîrê Berevanîyê Necah Şemerî û Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê Yasîn Yasirî jî di wê civînê de amade bûn.

Li hin parêzgehên Iraqê ji roja Sêşemê va xwenîşandanên nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîya giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî destpê bûne ku ew xwenîşandan bi destwerdana komeke nifûzî û têketî veguherîn şîdetê ku di encamê de heta nika 48 kes hatine kuştinê.