Ayetullah Sîstanî daxûyanîyek derbarê nearamîyên li Iraqê de da
Çirî 04, 2019 11:40 Asia/Tehran
Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyan Ayetullah Sîstanî daxwazê ji hêznê ewlekarîyê dike ku tundûtîjîyê himberî xwenîşanderan bikar nehînin.
Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyan Ayetullah Sîstanî di daxûyanîyekê de daxwaz ji her sê serokatîyên Îraq dike, pêngavên piratîkî bo sekinîna himberî gendelîyê û dabînkirina daxwazîyên xelkên narazî rakin. Wî herwiha daxwaz li hêzên Ewlekarîyê kir ku tundûtîjîyê himberî xwenîşanderan bikar nehînin.
Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyan Ayetullah Sîstanî pêşnyara pêkanana komîteyekê jî kir li derveyê desthelatê bo sekinîna himberî gendelîyê û daxwaz kirîye berpirsên ku qusûrî kirine bikevin ber lêpirsînê û hikûmet xizmetguzarîyan baştir bike û derfetên karkirinê zêdetir bike.