Dewleta Iraqê dest bi gotûbêja digel nerazîyan kir
Hevgavê destpêbûna gotûbêja dewletê û nerazîyan, li çend parêzgehên vî welatî hatinûçûyîn hat qedexekirinê.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê duh di daxûyanîyekê de ragihand ku Serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulmehdî bi merema hilkolandina daxwazên nerazîyan, têkilîya bi nunerên wan re destpê kirîye.
Di wê daxûyanîyê de hatîye ku Ebdulmehdî jibo bidestxistina tişta ku daxwazên gel û ciwanên Iraqê dabîn dike, têkilîya bi nunerên nerazîyan re didomîne ta ku rewşa welêt aram û asayî bibe.
Ji hêla din ve çavkanîyên nûçan ragihandin ku li parêzgehên Zîqar, Babil, Mîsan û Necefê qedexeya derketina derve hatîye ragihandin.
Civata Bilind a Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Iraqê jî di civînekê bi pişkdarîya Serokwezîrê vî welatî de derbarê wêdadayîna hezar karmendî bi hegera gendelîyê û sûtûselemkirina darayîyên giştî de agahî da.