Hezar karmendên iraqî bi hegera gendelîyê hatin derxistinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308934-hezar_karmendên_iraqî_bi_hegera_gendelîyê_hatin_derxistinê
Civata Bilind a Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Iraqê di civînekê bi pişkdarîya Serokwezîrê vî welatî de derbarê wêdadayîna hezar karmendî bi hegera gendelîyê û sûtûselemkirina darayîyên giştî de agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2019 06:18 Asia/Tehran
  • Hezar karmendên iraqî bi hegera gendelîyê hatin derxistinê

Civata Bilind a Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Iraqê di civînekê bi pişkdarîya Serokwezîrê vî welatî de derbarê wêdadayîna hezar karmendî bi hegera gendelîyê û sûtûselemkirina darayîyên giştî de agahî da.

Wêdadayîna karmendên iraqî bi hegera gendelîyê di halekî da ye ku têkoşîna dijî gendelîyê, çêtirkirina xizmetguzarîyê û zêdekirina derfetên karkirinê ji wan daxwazê giştî yên nerazîyên iraqî ye ku roja Sêşemê va daketine kolanan.

Wer xûya dike hin nerazî meseleya wan a sereke ne daxwazên gelê Iraqê belkî ajawegêrî ye û hewil dane ku xwenîşandanê veguherînin şîdet û pevçûnê.

Belge nîşan didin ku destê bîyanîyan di birêxistina wan  xwenîşandan de hebûye. Tê gotin ku sedî 79`ê peymanên li Twitterê derbarê xwenîşandannê li Iraqê de hatine weşandinê ji hêla bikarînerên erebistanî ve bûne.