Hezar karmendên iraqî bi hegera gendelîyê hatin derxistinê
Civata Bilind a Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Iraqê di civînekê bi pişkdarîya Serokwezîrê vî welatî de derbarê wêdadayîna hezar karmendî bi hegera gendelîyê û sûtûselemkirina darayîyên giştî de agahî da.
Wêdadayîna karmendên iraqî bi hegera gendelîyê di halekî da ye ku têkoşîna dijî gendelîyê, çêtirkirina xizmetguzarîyê û zêdekirina derfetên karkirinê ji wan daxwazê giştî yên nerazîyên iraqî ye ku roja Sêşemê va daketine kolanan.
Wer xûya dike hin nerazî meseleya wan a sereke ne daxwazên gelê Iraqê belkî ajawegêrî ye û hewil dane ku xwenîşandanê veguherînin şîdet û pevçûnê.
Belge nîşan didin ku destê bîyanîyan di birêxistina wan xwenîşandan de hebûye. Tê gotin ku sedî 79`ê peymanên li Twitterê derbarê xwenîşandannê li Iraqê de hatine weşandinê ji hêla bikarînerên erebistanî ve bûne.