Serokwezîrê Iraqê: Daxwazên rewa yên gel dê bên şopandin û dabînkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308932-serokwezîrê_iraqê_daxwazên_rewa_yên_gel_dê_bên_şopandin_û_dabînkirinê
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku dewlet daxwazên rewa yên gel dişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2019 05:44 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Daxwazên rewa yên gel dê bên şopandin û dabînkirinê

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku dewlet daxwazên rewa yên gel dişopîne.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî vê sibê di hevpeyvîna zindî ku ji televîzyonê hat weşandinê, bi gotina vê yekê ku tu berbendek ser rêya gîhandina dengê gel tineye, xwest ku rewşa hemî parêzgehên Iraqê asayî bibe.

Serokwezîrê Iraqê basa pêkanîna ``komîteyên qanûnî`` jibo dilnîyabûna derheq bikarneanîna şîdetê himberî xwenîşanderan kir û pêgirî kir ku dewletê çaksazîyên aborî destpê kirine ta ku bikare jibo ciwanan derfetên karkirinê pêk bîne û dê pêşnîyarqanûnekê li Parlimanê raber bike ku ligorî wê dewlet miaşê bide malbatên hejar û destteng.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got ku Iraqê biryar daye hemî kesên di xwenîşandanên vê dawîyê de hatine girtinê, bilî kesên sûcên cinayî kirine, azad bike.

Roja Sêşemê li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê destpê bûn û di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de alozî û pevçûn derket.

Ligorî daxûyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê li Bexda û parêzgeha Zîqarê heta şeva buhurî 10 kes hatine kuştin û zêdetir ji 200 kesan birîndar bûne, ku 40 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne.

Belge nîşan didin ku destê bîyanîyan di birêxistina wan  xwenîşandan de hebûye. Tê gotin ku sedî 79`ê peymanên li Twitterê derbarê xwenîşandannê li Iraqê de hatine weşandinê ji hêla bikarînerên erebistanî ve bûne.