Li paytexta Iraqê teqînek qewimî
Çirî 03, 2019 08:17 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku teqînek li devera Kesk a Bexdaya paytexta Iraqê qewimî.
Ligorî rapora Kanala Sky News`ê, vê sibê dengê teqînê li devera Kesk a Bexdayê hat bihîstinê lê wê kanalê basa hûrgilîyên zêdetir di vî warî de nekir.
Hin mêdyayan jî ragihandin ku 2 rokêt ber bi devera Kesk a Bexdayê ve hatin avêtinê ku yek li nêzîkî Balyozxana Tirkîyê û yek jî li nêzîkî Pira Harifîyê li derdora devera kesn ketîye.
Derbarê kuştî û birîndarên ihtimalî yên wê teqînê de heta nika tu raporek nehatîye belavkirinê.
Navça Kesk a Bexdayê deverek e ku avahîyên dîplomatîk lê ne.