Opêrasyona "Vîna Serketinê" ya Hêzên Heşdi Şeibîyê didome
Fermandeyekî Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê ragihand ku hêzên wê sazîyê û hêzên ewlehîyê yên Iraqê dixwazin opêrasyona Vîna Serketinê heta dabînkirina ewlehîya tam a sînorên vî welatî bidomînin.
Fermandeyekî Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê Hadî Xorasanî pêgirê kir ku hêzên Heşdi Şeibî di vê qonaxa opêrasyona Vîna Serketinê da, zêde ji 650 kîlomêtir zîvala sînorî ya Iraqê tam paqij kirin û xistin bin kontrola xwe da.
Wî herwiha got: "Hêzên amerîkî bi dû alozkirina deverên sînorî û handana hin têrorîstên DAIŞ`î li çolên Al Anbarê li rojavaya Iraqê ne."
Wî Fermandeyê iraqî pêgirî kir ku opêrasyona Hêzên Heşdi Şeibîyê û hêzên ewlehîyê yên Iraqê heta dabînkirina ewlehîya tam li sînorên wî welatî yê bidome.
Opêrasyona Vîna Serketinê ji 7`ê Tîrmehê ve destpê bûye û heta nika 5 qonaxên wê bi awayê serkevtî bi dawî hatine.
Ligorî ragihandina Sazîya Heşdi Şeibîyê, armanca lidarxistina opêrasyona Vîna Serketinê lêgerîn û dabînkirina ewlehîya gund û rêyên deverên bakura parêzgeha Kerbelayê li başûra Al Anbarê û ramalîna wan ji têrorîstên DAIŞ`î ye.