Desteya Civata Xwerêvebir a Şingalê digel merceyên dînî yên Necefê civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308834-desteya_civata_xwerêvebir_a_Şingalê_digel_merceyên_dînî_yên_necefê_civîya
Desteyeke nunerên Civata Xwerêvebirîya Dêmokiratîk û kesayetî û serokhozên Şingalê li Necefê bi kesayetî û merceyên dînî yên vî şarî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2019 12:53 Asia/Tehran
  • Desteya Civata Xwerêvebir a Şingalê digel merceyên dînî yên Necefê civîya

Desteyeke nunerên Civata Xwerêvebirîya Dêmokiratîk û kesayetî û serokhozên Şingalê li Necefê bi kesayetî û merceyên dînî yên vî şarî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, desteyeke nunerên Civata Xwerêvebirîya Dêmokiratîk a Şingalê û kesayetî û serokeşîrên Şingalê seredana Bexdayê kir û bi rayedarên partîyên vî şarî ji wan nunerê Muqteda Sedir re hevdîtin pêk anî û paşê bi merema dewama hevdîtin û gotûbêjên têkildarî çareserkirina pirsgirêkên Şingalê çû Necefê.

Wê desteyê bi Seyîd-Mihemed Seîd Hekîm, Şêx-Feyyaz Mihemed û Mihemed Şêx Mihemedbeşîr Necefî merceyên şîeyên Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Ligorî agahîyan, di wan hevdîtinan e rewşa nika ya Iraqê û nemaze rewşa Şingalê û pirsgirêkên vê herêmê hatine hilkolandinê û merceyên dînî yên Şîe jî helwesteke erênî himberî daxwaza desteya Şingalê bi merema alîkarîya bo çareserkirina pirsgirêkên wê deverê nîşan dane.

Şêx Şemo endamê desteya nunerên Civata Xwerêvebirîya Dêmokiratîk û kesayetî û serokhozên Şingalê debarê wan hevdîtina de ragihand ku merceyên dînî yên Necefê daxwaz kirine ku bi merema çareserkirina zûka ya pirsgirêkên Şingalê û şopandina rewşa gelê vê herêmê zorê bidin ser Bexdayê û û Şingalê nekin gorîyê lîstikên sîyasî yên alîyên curbicur.

Şêx Şemo herwiha got ku wê desteyê piştî hevdîtina digel kesayetîyên dînî û mezhebî li Necefê, bi rayedarên hizbî û sîyasî yên wî şarî re jî hevdîtin pêk anî.