Nûnera NY li karên Iraqê: Divê sebebkarên êrişa ser Heşda Şebî werinnasandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308827-nûnera_ny_li_karên_iraqê_divê_sebebkarên_êrişa_ser_heşda_Şebî_werinnasandin
Nûnera taybet a Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Iraqê li ser nasandina sebebkarên êrişa ser Heşda Şebî û destên li paş vê êrişê pêgîrî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2019 11:46 Asia/Tehran
  • Nûnera NY li karên Iraqê: Divê sebebkarên êrişa ser Heşda Şebî werinnasandin

Nûnera taybet a Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Iraqê li ser nasandina sebebkarên êrişa ser Heşda Şebî û destên li paş vê êrişê pêgîrî kir.

Nûnera taybet a Sekreterê giştî yê NY li karên Iraqê û seroka desteya alîkariyên ji bo vî welatî (UNAMI) Jeanine Antoinette Hennis-Plasschaert li kêleka Civîna 74-an a Civat Giştî ya NY  li hevpeyvîna bi IRNA re li ser vê yekê ku kî êrişên ser Heşda Şebî cih tîne got: Hikûmeta Iraqê ser vê yekê lêkolînên xwe dane despêkirin.

Wê ev êriş bi taluke dan zanîn û diyar kir ku em bi hêviya encama lêkolînên Iraqê ne da ku ji me eyan bibe ku kî li paş van êrişan ne.

Bargehên Heşda Şebî (Hêzên Gelanî yên Iraqê) li hefteyên borî çar caran ketin ber êrişên mûşekî û balafirên bê pîlot.

Karzan û gellek ji kom û rayedarên Iraqî  Rejîma Îsraîlê sebebkara van êrişan didin zanîn.

Bereya Heşda Şebî li şerê li dijî terorîsmê û têkdana wê û rawestana li ber komployên Siyonîstî-Amerîkî roleke aktîv li Iraqê lîstiye.