Ebdulmehdî: Îsraîl encamderê êrîşên ser Heşda Şeibîyê ye
Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî îro Duşem 30ê Îlonê bo cara yekem ragihand, ku Îsraîl berpirsyarê êrîşên wê dawiyê yên bo ser binke û baregehên Heşda Şeibîyê di nav axa Iraqê bi xwe de ye.
Adil Ebdulmehdî di hevpeyvînekê de ji televîzyona Aljazeera ya Qeterê re da xûyakirin, “lêkolînên di derbarê êrişên ser hin binkeyên Heşda Şeibîyê de, wê yekê nîşan didin ku Îsraîlê ew êrîş encam dane.”
Ebdulmehdî diyar kiriye: “Gelek amaje nîşan didin, ku li herêmê ji bilî Îsraîlê ti kes şêrr naxwaze.”
Di wan demên dawiyê de, çendîn caran hin binke û baregehên stratejîk ên Heşda Şeibîyê li nav axa Iraqê rastî êrîşên esmanî hatin.
Hikûmeta Iraqê derbarê wan êrîşan de komîteya lêkolînê pêk anîbû û heta îro bi awayekî fermî ti aliyek bi encamdana wan êrîşan tohmetbar nekiribû.
Serokwezîrê Iraqê amaje bi hewldanên welatê xwe bo aramkirina rewşê û kêmkirina aloziyan li herêmê jî kir û ragihand, “pêwîst e şebeha şêrr ji herêmê bê dûrkirin û hemû alî behsa wê yekê dikin ku krîz bi danûstandinan bê çareserkirin.”