Vebûna derbasgeha stratejîk a El-Qaimê li sînorê navbera Iraq û Sûriyê
Îlon 30, 2019 12:44 Asia/Tehran
Dayira derbasgehên sînorî yên Iraqê li bara vebûna derbasgeha sînorî ya El-Qaimê bi Sûriyê re piştî şeş salan agahî da.
Li gorî rapora malpera nûçan a Someriye News`ê, Elaednîn El-Qêysî,rêveberê beşa raghandinê ya dayira derbasgehên sînorî yên Iraqê bi daxûyaniyekê raghand: Kazim El-Êqabî serokê dayira derbasgehên sînorî yên Iraqê roja duşemiyê derbasgeha sînorî navbera Iraq û Sûriyê bi fermî vekir.
Derbasgeha sînorî ya El-Qaimê li sînorê Iraq û Sûriyê, sala 2014` an hat girêdanê û sala 2017`an ji aliyê hêzên iraqî ji lepên terorîstên DAIŞ`ê va hat azadkirin.
Bajarê Qaimê ku ketiye rojava parêzgeha Enbara Iraqê, hev sînorê bajarê Bûkemala Sûriyê ye.