Despêbûna rêpîvana mezin a "Erbeyîna Huseynî" li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308763-despêbûna_rêpîvana_mezin_a_erbeyîna_huseynî_li_iraqê
Hevdemê gihêştina karwanê hêsîrên Kerbelayê nav Şamê merasima mezin a rêpîvana "Erbeyîna Huseynî" ji başûra Iraqê ber bi Kerbelayê despê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2019 09:01 Asia/Tehran
  • Despêbûna rêpîvana mezin a

Hevdemê gihêştina karwanê hêsîrên Kerbelayê nav Şamê merasima mezin a rêpîvana "Erbeyîna Huseynî" ji başûra Iraqê ber bi Kerbelayê despê kir.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, duh hevdemê 28 meha Muheremê salroja gihêştina karwanê hêsîrên Kerbelayê nav Şamê merasima mezin a rêpîvana "Erbeyîna Huseynî" ji başûra Iraqê ber bi Kerbelayê despê kir.

20 Sefera 1441 Koçberiya Heyvî hevdemê 19 Cotmeha 2019 "Erbeyîna Huseynî" anku çilema şehîdbûna Îmam sêyem ê şîeyên cîhanê Hz. îmam Husên (S) û heval û hogir û ehlê beyta wî hezretî li çola Kerbelayê ye. Di vê rojê de bi milyonan ziyaretkir ji her derekî cîhanê digihêjin bajarê Kerbelaya muela li başûra Iraqê.

Li gor amarên fermî yên Iraqê par zêde ji 14 milyon kes bi peyatî li "Erbeyîna Huseynî" xwe gihandin Kerbelayê û îsal pêşbînî dibe ku ev hejmara zêde bibe.