Girtina sê endamên DAIŞê li nêzîkiya Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308696-girtina_sê_endamên_daiŞê_li_nêzîkiya_hewlêrê
Sê endamên koma terorîst a DAIŞê li nêzîkiya bajarê Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2019 12:07 Asia/Tehran
  • Girtina sê endamên DAIŞê li nêzîkiya Hewlêrê

Sê endamên koma terorîst a DAIŞê li nêzîkiya bajarê Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê hatin girtin.

Li gor nûçeya Kurdpressê, medya ewlehiyê ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku sê terorîstên DAIŞê di encama operasiyoneke hêzên iraqî li nêzîkiya Hewlêrê hatin girtin. Van sê terorîstan hewl didin derbasî nav Mûsilê bibin.

Li gor daxuyaniya hanê piştî operasiyoneke tesbîtkirin û nasandinê sê terorîstên hanê li nîzîkiya devera Mexmûrê li rojavayê Hewlêrê hatin şopandin ku paşe hêzên ewlehiyê dest bi girtina wan kirin.