Operasiyona Heşda Şeibîyê li parêzgeha Enbar a Iraqê
Qetrî Ubeydî ji fermandarên Heşda Şeibîyê li parêzgeha Enbarê qala destpêbûna operasiyona pêşîlêgir li dijî koma têrorîst a DAIŞê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Qetrî Ubeydî îro Çarşemiyê di gotûbêja bi kanala Sûmiriyê re got: Di vê operasiyonê de ku bi alîkariya Heşda Eşairî û hêza hewayî ya artêşa Iraqê navbera parêzgehên Enbar û Selahedînê pêk hat, hejmareke çeteyên DAIŞê hatin kuştin.
Qetrî Ubeydî got: Ev operasiyon jibo paqijkirina parêzgehên Enbar û Selahedînê ji têrorîstên DAIŞê didome.
Ji aliyê din va, Servîsa Istixbarata Leşkerî ya Iraqê qala operasiyona serneketî ya DAIŞê li başûrê Mûsilê kir.
Servîsa Istixbarata leşkerî ya Iraqê ragihand: Endamên DAIŞê dixwestin ku vê operasiyonê li gundê Ebdê li bakurê navçeya Hemam Eylê li Mûsilê pêk bînin ku bi berteka derdem a hêzên iraqî ev êrîş hat têkşikandin û li pey wê du endamên DAIŞê hatin kuştin û du eks jî hatin girtin.
Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li navçeyên bakur û rojavaya Iraqê, hela jî hin endamên vê komê bi awayê veşartî li vî welatî çalak in.