Parlemana Iraqê li ser derxistina hêzên amerîkî yê bicive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308596-parlemana_iraqê_li_ser_derxistina_hêzên_amerîkî_yê_bicive
Endamekî Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlemana Iraqê ragihand ku qanûna derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê yê vê heftê li Parlemanê were hilkolandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 12:24 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê li ser derxistina hêzên amerîkî yê bicive

Endamekî Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlemana Iraqê ragihand ku qanûna derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê yê vê heftê li Parlemanê were hilkolandinê.

Endamê Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlemana Iraqê Kerîm Mehmedawî dîyar kir: Pirranîya hevalbendîyên sîyasî yên li Parlimanê razî ne ku hêzên amerîkî ji Iraqê derkevin.

Wî herwiha got: Parlemanteran wajû berhev kirine û zor dane ser Serokatîya Parlemanê ku qanûna derxistina hêzên amerîkî vê hefteyê pesend bike.

Wî Endamê Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlemana Iraqê amajeyî wê yekê jî kir ku di civîneke vê hefteyê ya Parlemanê de mijara derxistina hêzên amerîkî yê di xişteya karê Parlemanê de cî bigire.