Du roket li nêzîkiya Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308580-du_roket_li_nêzîkiya_balyozxana_amerîkayê_li_bexdayê_ketin
Çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê ragihandin: du roket li nêzîkiya balyozxana Amerîkayê li Bexdayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 06:12 Asia/Tehran
  • Du roket li nêzîkiya Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê ketin

Çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê ragihandin: du roket li nêzîkiya balyozxana Amerîkayê li Bexdayê ketin.

Ajansa Farsê îro ragihand piştî lêketina roketan li nêzkiya balyozxana Amerîkayê li Bexdayê dengê ajîrên metirsiyê li devera Kesk derket.

Çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê dibêjin: Êrişa bi roketan ya nêzkiya balyozxana Amerîkayê li Bexdayê, ti xisarên xwe yên canî û malî tinebûn.

Herwiha di encama teqînekê li navenda Bexdayê xisra li avahiyên derdorê ketin.

Duşemiya hefteya borî jî çend teqîn li Bexdayê qewmîn.