Pêgiriya li ser Hevpeymaniya Kurdan di Hilbijartina Konseya parêzgeha Mûsilê da
Îlon 23, 2019 07:50 Asia/Tehran
Partî û Yekîtiyê jibo parastina cîgeha Kurdan li Mûsilê, lis er pêwîstiya damezirandina hevpeymaniyê jibo beşdariya di Hilbijartina Konseya parêzgeha Mûsilê da pêgirî kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hilbijartina Konseyên parêzgehan a Iraqê di halekî biryar e roaj 1ê Nîsana 2020ê were lidarxistin ku Kurd derbarê reforma qanûna Hilbijartinê nerazî ne û wê yekê li dijî berjewendiyên xwe dizanin.
Berkat Şemo, Serokê Fraksiyona Partiyê bi serokatiya Mesûd Barzanî li Konseya parêzgeha Mûsilê di vî warî da ji malpera fermî ya vê partiyê ra got ku Partî pêgiriyê dike ku divê partiyên Kurdistanî jibo parastina cîgeha xwe li Mûsilê di çarçova hevpeymaniyekê beşdarî Hilbijartina Konseya parêzgeha Mûsilê bibin.