Navendeka heşda Şebiyê li rojavaya Enbarê kete ber êrîşê
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê qala êrîşa esmanî li ser baregeheka Heşda Şebiyê li vî welatî kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Kanala Meyadînê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku firokeyeka nenas êrîşî ser baregeheka Heşda Şebiyê li parêzgeha Ebarê kiriye.
Armanca êtîşê, baregeha esmanî ya Mirsenatê li şaristana Retbeyê di 120 kîlomitirya sînorê Sûriyê bûye û Heşda Şeibiyê ragihandiye ku derdora baregehê ketiye ber êrîşê.
Li gorî raporên seretayî kesek nehatiye kuştin an birîndar nebûye.
Depoyên muhîmatê yên Heşda Şebiyê heta niha çend caran ji aliyê firokeyên nenas va ketine ber êrîşê.
Ji aliyê din va di çend mehên dawî da, baregehên vê hêzê car caran li du aliyê sînorê Sûriye û Iraqê û nemaze li navçeyên Bûkemal û Qaimê ketine ber van êrîşan.
Di vî warî da, rayedarên israîlî bi awayê nerasterast derbarê hebûna destê xwe di van êrîşan da li xwe mukur hatine û gotine ku armanca van êrîşan pêşîlêgirtina ji gihîştina mûşekên Îranê bo Sûriye û Libnanê ye.