DAIŞê berpirsyartiya teqîna Kerbelayê girt ser xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308517-daiŞê_berpirsyartiya_teqîna_kerbelayê_girt_ser_xwe
Rêxistina terorîst a DAIŞê teqîna bihêz a otobusê li Kerbelayê girte ser xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 08:52 Asia/Tehran
  • DAIŞê berpirsyartiya teqîna Kerbelayê girt ser xwe

Rêxistina terorîst a DAIŞê teqîna bihêz a otobusê li Kerbelayê girte ser xwe.

Roja 20.09.2019ê bombeyek di minibûsekî de hatibû danîn di rawestgehekê li bakura parêzgeha Kerbelayê de teqiya û li gor amarên dawiyê bû sedemê şehîdbûna 9 kesan û birîndar bûna 4 kesên din.

Piştî teqînê hêzên ewlehiyê encamderê teqînê girtin, ku xwe di xwaringehekî de veşartî bû.

Piştî têkçûna koma terorîst a DAIŞê li Sûriyê û Iraqê ku bi alîkariya Îranê û  rawêjkarên leşkerî yên Îranê li her du welatên hanê pêk hat, niha baskên veşartî yên vê koma terorîst di nav Iraq û Sûriyê parate bûne û xwe di cihên curbicur de veşartine û her car derfet ji wan re çê dibin dest davêjin kiryarên terorîstî yên wekî teqandina vê dawiyê li Kerbelayê.