Êriaş DAIŞê ser gundekî Xaniqînê û şewitandina malên xelkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308509-Êriaş_daiŞê_ser_gundekî_xaniqînê_û_şewitandina_malên_xelkê
Terorîstên DAIŞê bi êrişa ser gundekî derdora Xaniqînê agir berdan 5 malên xelkê vî gundî û gelek ji pez û dewraên wan ji nav birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 06:11 Asia/Tehran
  • Êriaş DAIŞê ser gundekî Xaniqînê û şewitandina malên xelkê

Terorîstên DAIŞê bi êrişa ser gundekî derdora Xaniqînê agir berdan 5 malên xelkê vî gundî û gelek ji pez û dewraên wan ji nav birin.

Radiyoya Newa ragihand ku Terorîstên DAIŞê  êriş birin ser gundê Medan ya Xaniqînê. Hêzên Ewlehiya Iraqê pêşiya terorîstan girtin, lê belê terorîstan dest avêtin   agir berdana 5 malên xelkê vî gundî û gelek ji pez û dewraên wan ji nav birin.

Malpera Xendan ji zarê endamê YNK li Xaniqînê Yasîn Azad ragihand ku di encama şewitîna 5 malan 63 pez û dewar mirar bûn.

Yasîn Azad dibêje navê vî gundî Elî Sebahî ye û du mal hatin teqandinê û 3 mal jî şewitandin.

Wî herwiha got ku ji ber êrişên DAIŞê xisarên giran li xelkê ketine û gundî neçar mane terka malên xwe bidin.