Du rêçare bo hevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308262-du_rêçare_bo_hevhatina_navbera_hewlêr_û_bexdayê
Sekreterê komîsyona aborî ya parelamana Iraqê raghand ku du rêçare bo hevhatina navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê li bara bûdcê û niftê heye û ev pirsgirêka divê heta dawiya desthilatdariya dewleta niha ya welêt tam cih were.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2019 13:09 Asia/Tehran
  • Du rêçare bo hevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê

Sekreterê komîsyona aborî ya parelamana Iraqê raghand ku du rêçare bo hevhatina navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê li bara bûdcê û niftê heye û ev pirsgirêka divê heta dawiya desthilatdariya dewleta niha ya welêt tam cih were.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Ehmed Sefar, sekreterê komîsyona aborî ya parelamana Iraqê raghand ku hemî rêçare û sinaryoyên heyî bo hevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybet li bara nift û bûdcê hatine hilkolandin.

 Ehmed Sefar destnîşan kir ku yek ji rêçareyên hevhatina  Hewlêr û Bexdayê eva ye ku qanûna bûdca 2020`an a Iraqê jî mîna bûdca 2019`an  bên nivîsîn û mijarên niftê û pişka bûdca herêmê û miaşa kedkaran, mîna îsal kivş bibin.

 Li gor qanûna bûdca 2019` an a Iraqê, dayîna pişka bûdca Herêma Kurdistanê, maye ser radestkirina rojê 250 hezar bermîlên niftê ji aliyê hikûmeta Herêmê bo hikûmeta navendî ya Iraqê lê miaşa kedkaran û mûşexworên herêmê û ji wan hêzên pêşmerge, tu têkiliyek xwe bi  pirsgirêkên siyasî yên Hewlêr û Bexdayê û radestnekirina asta nifta kivşbûyî tine û divê ji aliyê Bexdayê va were dayîn lê dewleta Herêmê tu niftek nedaye Bexdayê û li encamê de bûdceyek jî nedaye  Hewlêrê.

  Sekreterê komîsyona aborî ya parelamana Iraqê her wiha got ku rêçareya dudyan eva yer ku dewleta navendî rasterast derkirîna niftê û dayira karûbarên gumrukê yê Herêmê girtiye destê xwe û miaşa kedkar û mûçexworan û her wiha pişka bûdca herêmê tam û bê kêmasî bide.