Berhem Salih: Divê Iraq ji meydana pevçûnê veguhere meydana hevdengiya berjewendiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308261-berhem_salih_divê_iraq_ji_meydana_pevçûnê_veguhere_meydana_hevdengiya_berjewendiyan
Serokkomarê Iraqê li bara zêdebûna dilgiraniyên li navçê hişyarî da û teqez kir pêwîst e welatê wî ji meydana pevçûnê vegere û bibe meydana hevdengiya berjewendiyan
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2019 13:08 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Divê Iraq ji meydana pevçûnê veguhere meydana hevdengiya berjewendiyan

Serokkomarê Iraqê li bara zêdebûna dilgiraniyên li navçê hişyarî da û teqez kir pêwîst e welatê wî ji meydana pevçûnê vegere û bibe meydana hevdengiya berjewendiyan

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Berhem Salih, serokkomarê Iraqê îro berî nîvro li axiftinekê li merasima destpêbûna  dewra dudyan a civîna  karpêkhêneriya ciwanên ereb li bajarê Bexdayê teqez kir ku  navçe şehedê zêdebûna dilgiraniyan e û destnîşan kir ku welatê wî divê ji meydana pevçûnê biguhere bibe meydana hevdengiya berjewendiyan.

 Salih li vê barê diyar kir: Dilgiraniya li navçê pir zêde ye lê helwêsta Iraqê hema dijberiya li hember her cure şerekî li navçê ye, Iraq divê ji rewşa pevçûnê derkeve û bibe meydana hevdengiya berjewendiyan.

 Serokkomarê Iraqê li bara xebata hin tevgerên siyasî yên vî welatî wek opozosyona dewleta federal jî destnîşan kir: Opozosyona siyasî ya neteweyî dê kêfxweş bibe meselan ber bi aliyeke durust rênimûnî bike.

 Salih bal kişand ser vê yekê ku ciwanên Iraqê hevceyî bi baldariyeke zêdetir hene û destnîşan kir ku hîndekarî û perwerdehî, ewlewiyeta ewil a Iraqê ye û li vê barê me hevceyî bi 12 hezar xwendingehan bona dabînkirina  hevcetiyên xwe yên giştî hene.