Parlimanterekî iraqî: Hewlêr zêde ji 100 milyard Dolarî deyndarê Bexdayê ye
Endamekî Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê got ku Hewlêr zêdeyî 100 milyard Dolarî deyndarê Bexdayê ye.
Endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê Ebdulhadî Seidawî di hevpeyvîna digel Malpera Nûçan a Someryê de gotinên vê dawîyê yên Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Cotyar Adil ku gotîye Bexda 80 milyard Dolarî deyndarê Hewlêrê ye, ne rast in û bi bîr xist ku Hewlêr zêdeyî 100 milyard Dolarî deyndarê Bexdayê ye.
Seidawî herwiha got: Pîvanên curbicur nîşan didin ku kêmasîya bûca Iraqê ya sala 2020`ê dê zêde ji 72 tirilyon Dînarî be û ew kêmasîya ji ber çend hokaran e ku ya herîgirîng pêbendnebûna Herêma Kuridstanê li sozên xwe û pêngava Wezîrê Darayîyê yê Iraqê (Fuad Hisên) a dayîna pişkeke para Herêma Kurdistanê ye ku berovajî qanûna bûcê ya sala 2019`ê ye.
Wî Endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê herwiha got: Hema tenê di dosîya niftê da divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde ji 36 milyard Dolarî bide dewleta navendî ku derhata firotina niftê ya bêyî agehdarkirina Bexdayê ye.
Wî herwiha got: Heke derhatên neniftî yên Herêma Kurdistanê ji sermalîyê bigire heta baca derîyên sînorî û balafirgehan jî digel derhatên niftê bidin ba hev, deynên Hewlêrê bo Bexdayê ji 100 milyard Dolarî zêdetir e.
Endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê Ebdulhadî Seidawî di dawîyê de got: Tevî ku Herêma Kurdistanê zêde ji 600 hezar bermîlên niftê difiroşe, 250 hezar bermîl nift li nav Herêma Kurdistanê tê parvekirinê û 170 hezar bermîl jî jibo dabînkirina ceryanê tên bikaranînê ku ser hev de Herêma Kurdistanê di rojê de zêde ji milyonek bermîl niftê derdixe, lê Herêma Kurdistanê ji sala 2014`ê ve heta nika yek dînar jî nedaye xizîna dewleta fêdêral.