Heşdi Şeibîyê balafireke bêpîlot a êrişker jorda xist
Îlon 12, 2019 04:59 Asia/Tehran
Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî ragihand ku balafireke bêpîlot a êrişker li Parêzgeha Dîyalê li rojhilata wî welatî jorda xistîye.
Sazîya Heşdi Şeibîyê ragihand ku wê balafira bêpîlot dil hebû êrişî hêzên Artêşa Iraqê bike.
Sazîya Heşdi Şeibîyê duh danê sibê jî ragihandibû ku êrişî balafireke bêpîlot kirîye.
Cebilxane û binkeyên Sazîya Heşdi Şeibîyê di hefteyên vê dawîyê ji wan di 12 û 21`ê Tebaxê de end caran ketine ber êrişan.
Alîkarê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis jî di daxûyanîyekê de ragihand ku destê Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst li piştperdeya wan êrişan e û Amerîka û Rêjîma Sîyonîst piştî serketinên Hêzên Heşdi Şeibîyê di şerê dijî têrorîsmê de, zexta ser vê sazîyê zêde kirine.