Li Kerbelayê ji ber qerebalixiyê çend kes hatin kuştin û birîndar bûn
Li gorî raporên seretayî, ji ber qerebalixiyê li Bab ul-Ricayê ya tirba paqij a Îmam Hisên li Kerbelaya Muela 12 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyeke agah ji nûçegihanê IRNAyê yê li tirba paqij a Îmam Hisên (S) got ku ji ber ketina dîwarekî betonî li bab ul-Ricayê li ber Hiseyniyeya Têhranî li nêzikî Bab ul Qibleyê ya Tirba paqij a Îmam Hisên (S), çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Wî her wiha got: Li gorî raporên seretayî heta nia 12 kes ji ziyaretkiran hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Derbarê hitmala hebûna ziyaretkirên îranî li nava goriyan hîn tu agahiyek tune.
Li gorî gotina wî, Ev dîwarê betonî ji ber hilkişiyana hejmareke ziyaretkiran ser wî jibo temaşekirina li rêûrisma nasyar bi Rekze Tuyrîcê (Reva Tuyrîcê) ji cihê xwe derket û kete ser ziyaretkirên li ber wî.
Hîn çavkaniyên fermî û rayedarên berpirs ên dewleta Iraqê an Parêzgariya Kerbelayê û Etebeya Hisênî û Ebasî di vî warî da tiştek negotine.