Cebilxaneke Hêzên Heşdi Şeibîyê li Iraqê hat bombebarankirinê
Cebilxaneke nû ya Hêzên Heşdi Şeibîyê li Parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê ji hêla balafireke bêpîlot a nenas ve hat bombebarankirinê.
Çavkanîyên nûçan ji Malpera Someryê re gotin ku cura teqîna li wê cebilxana hêzên Heşdi Şeibîyê li şarê Hît ser bi Parêzgeha Al Anbarê nîşan dide ku mûşekek ji hêla balafireke bêpîlot ve hatîye avêtinê.
Ligorî gotina wan çavkanîyana, çend gulleyên katyoşayê jî li derdora cebilxanê teqîyane.
Hê derbarê asta kuştî, birîndar û xisarên li wê cebilxanê û deverên derdorê de tu raporek nehatîye weşandinê.
Di 21`ê Tebaxê de teqînek li cebilxana Hêzên Heşdi Şeibîyê li baregeha hewayî ya Beledê li Parêzgeha Selahedînê qewimî.
Roja Pêncşem 12`ê Tebaxê jî teqîneke biguman li cebilxana Hêzên Heşdi Şeibîyê li derdora başûra Bexdayê qewimî.
Amerîka û Rêjîma Sîyonîst piştî serketinên Hêzên heşdi Şeibîyê di şerê dijî têrorîsmê de, zexta ser vê sazîyê zêde kirine.