Wezîrê Niftê yê Iraqê: Gotûbêjên Bexda û Hewlêrê têkildarî niftê li pêş ketine
Wezîrê Niftê yê Iraqê pêgirî kir ku gotûbêjên ciddî yên digel Herêma Kurdistanê têkildarî serûberkirina derxistin û firotina nifta Herêma Kurdistanê û hevdengîya wê digel dewleta Bexdayê li pêş ketine.
Wezîrê Niftê û Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Di Karên Ênêrjîyê de Samir Gesban di daxûyanîyekê de bi bîr xist ku welatê wî pêbendê lihevkirina endamên OPEC`ê jibo kêmkirina derxistina niftê ye û dê bi zûtirkê wê cih bîne.
Wezîrê Niftê yê Iraqê pêgirî kir ku gotûbêjên ciddî yên digel Herêma Kurdistanê têkildarî serûberkirina derxistin û firotina nifta Herêma Kurdistanê û hevdengîya wê digel dewleta Bexdayê li pêş ketine.
Xesban hêvî kir ku Bexda û Hewlêr sîyaset û planên hevgirtî derbarê niftê da bi dest bixin û dîyar kir: Divê Şirketa Peydakirina Bikirran bo Nifta Iraqê (SOMO) roleke mezin di serûberkirina firotina niftê de hebe bi awayekî ku bibe sedema zêdebûna derhatan.