Wezîrê Niftê yê Iraqê: Gotûbêjên Bexda û Hewlêrê têkildarî niftê li pêş ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308107-wezîrê_niftê_yê_iraqê_gotûbêjên_bexda_û_hewlêrê_têkildarî_niftê_li_pêş_ketine
Wezîrê Niftê yê Iraqê pêgirî kir ku gotûbêjên ciddî yên digel Herêma Kurdistanê têkildarî serûberkirina derxistin û firotina nifta Herêma Kurdistanê û hevdengîya wê digel dewleta Bexdayê li pêş ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2019 16:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê Niftê yê Iraqê: Gotûbêjên Bexda û Hewlêrê têkildarî niftê li pêş ketine

Wezîrê Niftê yê Iraqê pêgirî kir ku gotûbêjên ciddî yên digel Herêma Kurdistanê têkildarî serûberkirina derxistin û firotina nifta Herêma Kurdistanê û hevdengîya wê digel dewleta Bexdayê li pêş ketine.

Wezîrê Niftê û Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Di Karên Ênêrjîyê de Samir Gesban di daxûyanîyekê de bi bîr xist ku welatê wî pêbendê lihevkirina endamên OPEC`ê jibo kêmkirina derxistina niftê ye û dê bi zûtirkê wê cih bîne.

Wezîrê Niftê yê Iraqê pêgirî kir ku gotûbêjên ciddî yên digel Herêma Kurdistanê têkildarî serûberkirina derxistin û firotina nifta Herêma Kurdistanê û hevdengîya wê digel dewleta Bexdayê li pêş ketine.

Xesban hêvî kir ku Bexda û Hewlêr sîyaset û planên hevgirtî derbarê niftê da bi dest bixin û dîyar kir: Divê Şirketa Peydakirina Bikirran bo Nifta Iraqê (SOMO) roleke mezin di serûberkirina firotina niftê de hebe bi awayekî ku bibe sedema zêdebûna derhatan.