Lihevkirina partîyên Kurdan li Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308101-lihevkirina_partîyên_kurdan_li_kerkûkê
Aliyên Kurdan yên li bajarê Kerkûkê diyar kirin ku ew dê hemû bi hevre bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên Meclîsa Kerkûkê bibin. Hizbên Kurdan anîn zimîn ku ew dê bi lîsteya 'Kerkûk Kurdistanî' ye tevlî hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2019 13:26 Asia/Tehran
  • Lihevkirina partîyên Kurdan li Kerkûkê

Aliyên Kurdan yên li bajarê Kerkûkê diyar kirin ku ew dê hemû bi hevre bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên Meclîsa Kerkûkê bibin. Hizbên Kurdan anîn zimîn ku ew dê bi lîsteya 'Kerkûk Kurdistanî' ye tevlî hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bibin.

Li bajarê Kerkûkê aliyên Kurd civiyan, piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurd li Kerkûkê dê bi lîsteya hevbeş a 'Kerkûk Kurdistanî' ye tevlî hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bibin.

Alîyên Kurd ên Kerkûkê bang li Meclîsa Kerkûkê kirin ku di demek zû de civîna xwe ya asayî pêk bîne û namzetê lîsteya Birayetî wek waliyê Kerkûkê diyar bike.

Di hemû xalan de hizbên Kurdistanê bal kêşane ser jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên li bajarê Kerkûkê.