5 teqînên terorîstî li paytexta Iraqê
Îlon 08, 2019 08:35 Asia/Tehran
Medyaya Iraqê êvara şemê ji 5 teqînên terorîstî li Bexdayê paytexta vî welatî xeber da.
Li gor ajansa Fars Newsê, ev 5 teqîn li navend, başûr û rojhilat û başûra rojhilata Bexdayê qewmî.
Kanala Sumeriya Newsê ya Iraqê ragihand ku di encama van teqînan herî kêm 11 kes birîndar bûne.
Tevî têkçûna koma terorîst a DAIŞê li Iraq û Sûriyê hîn bask û şaxên veşartî yên vê komê di nav van du welatan perate ne û herdem ku ji wan re derfet çêdibe dest davêjin êrişên terorîstî yên bê hedef.