Rola girîng a Heşda Şebî li dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên Huseynî (S)
Wezîrê parastinê yê Iraqê pesna rola girîng a Heşda Şebî li dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên Huseynî (S) da.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, Wezîrê parastinê yê Iraqê Necah El-Şemerî duh got: Hêzên Heşda Şebî li warê dabînkirina ewlehiya bi milyonan ziyaretkirên Huseynî ku li heyama Muherenm û Aşûrayê serdana Kerbelayê dikin, roleke sereke û girîng dilîze.
Her sal li meha Muheremê bi milyonan ziyaretkir ji nav Iraq û derveyî wê bi taybetî ji Îranê bona beşdariya li merasima Tasûa û Aşûraya Huseynê (S) diçin Kerbelaya Muela.
Heşda Şebî sala 2014 piştî ku koma terorîst a DAIŞê hin dever û bajarên Iraqê dagîrkirin li gor Fetwaya Ayetullah Sîstanîmerceyê dercebilind ê şîeyên Iraqê pêk hat û li sala 2016 li gor pêşnûmaya pejirî ji aliyê Parlemana Iraqê kete bin fermandetiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê. Pêkhatina vê hêza nû li kêleka hêzên din ên çekdar ên Iraqê bû sedema zêdebûna hêza leşkerî ya Iraqê û ev welata ji dagîrkeriya terorîstan derxist.