Heşdê Şebiya Iraqê hêza hewayî damezrandiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307980-heşdê_Şebiya_iraqê_hêza_hewayî_damezrandiye
Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê raghand ku bo cara yekê hêza hewayî damezrandiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2019 14:46 Asia/Tehran
  • Heşdê Şebiya Iraqê hêza hewayî damezrandiye

Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê raghand ku bo cara yekê hêza hewayî damezrandiye.

 Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, EbûMehdî El-Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebî li fermanekê bi raghandina  damezrandina hêza hewayî bo vê rêxistinê, Selahedîn Hentoş wek berpirsê vê hêzê kivş kir.

 El-Muhendis  destnîşan kir: Damezrandina  hêza hewayî  bo Heşda Şebî cihanîna fermana  fermandê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê li sala 2014` e.

  Biryara nû ya Heşda Şebî li halekê ye ku  piştî êrişên hewayî yên heftiyên buhurî ser navend û cebilxanên  vê rêxistina fermî û eskerî ya Iraqê û tawanbarbûna Rejîma Siyonîstî bi van êrişana  bi hevkariya Emerîkayê, daxwaziyên li Iraqê bona xurtkirina  qaweta berevaniyê û  berevaniya hewayî bona  rawestana li ber êrişên hewayî zêdetir bûne.

 Daxwaziya derûdorên siyasî û çavdêrên ewlehiyê yên Iraqê bo kirîna kelûmel û sîstemên pêşketî yên berevaniya hewayî ji Rûsiyê û Îranê li halekê ku  Emerîka pêsipartên xwe li  hevhatina stratejîk bi Iraqê re cih nayne, ji wan bertekan bûye.